Ana Sayfa » Köşe Yazısı » Mehmet Cömert

 
 
Mehmet Cömert

Şerîet neh, ço deh. / Köşe Yazısı - Mehmet Cömert

Mehmet Cömert

 Mekteb nézî mala me bû. Miellim carna dihat cem bavé min. Bavé miné rehmetî (rehma xweda li mirîyé we teva be) î bi dev û ziman bû; tirkî zani bû. Wé hingé li hezar mervî yekî jî tirkî nizanî bû. Rehmetî sé salan jî, ji artéşa tirk ra leşkerî  kiri bû. Sé salan jî çûbû mektebé.

Nifisandina wî gelekî xweş û hesabé wî jî hetta tû béjî rast û durust bû. Ji ber kû rehmeti xwenda bû, carna li mal ez imtihan jî dikirim.

Çi talihé min é xerab! Li mektebé  miellim, li mal  jî bavé min!  Çi bikim û bi kûr da herim?!

  Ez rebené xwadé, hetta kû li ber şermaqé miellim difilitîm û dihatim malé, îcâr jî ez diketim ber lepé bavé xwe.

Min çiqas xwe  jé veşarta jî, min nedikarî kû xwe jé xelas bikim.Piştî kû  néméja xwe ya şîva (muğrub) diqedand û selâm dida, beré xwe di âlî  min da dikir û bi desté xwe yé kû  tizbî téda  işâretî min dikir û  digot:

Kâ were vé deré..!

Ez bi tirs radibum û bervi bavé xwe diçûm; lé cané min ji serî hetta pîya dillerizî. Wî dest bi pirsan dikir û digot:

 Birako, de béje, ka miellim îru çi tişt nîşâni we da? We îrû dersa çi tiştî dît?

Weree.. ka veke deftera xwe, kû ez bibînim, ka te çi nifisandîye?

 Û ew pirsé wî, mîna bârâné di ser min da dibarîn. Min xwudan dida û carna jî, ji bo kû  xwe xelas bikim, min dest bi giriyekî dilşevatî dikir.

Gava kû min bersiwa pirseki neçé bida...dayka min lorî lorî.. 

Seré soro te çi dît!

Ya sittâr û ya hewar!  Çi bikim, bi kîder da herim?!

Li mal kûtan, li mektebé kûtan..

Miellim digot: 'Sopa cennetten çıkmıştır'.( Gopal ji behişté hatîye)

Rehmetîyé bavé min  jî digot: 'Şerîet neh, ço deh'. Ço nînbe ûn nâbin meriv!'.

'Şerîeta xweda' bi rastî jî, ji deh pâran neh pâré wé nesihet û şîret bûn. Lé şerîeta rehmetî é bavé min, pârekî wé tené nesîhet û şîret, neh paré wé ji kûtan û lidan bû.

Carna dîya min jî xwe dida âlî bavé min û herdû bi hevra dihatin ser min.Dayika min,  kû çi tişt dihat ber devé wé  digot û dilé xwe rihet dikir. Dûra, vedigeri ser bavé min û péda gâzıncé xwe dikirin :

 'Li law mériké min, min ji tera negot van zaruké me neşîne mekteban. Bera ji xwera herin ber terke û devaré xwe; şivanî û gavanîya xwe bikin, binirin li îş û kârékî xwe!

Zaroké me mîna é xelqé ne jé hatine. Ê me ji tiştekî ra nabin. Ma qey bi zoréye!

 Kuçik bi qusandiné  dibin tecî?!   Dev ji  xvendin mandina wan berde, îşekî bide desté wan û bira li pey wî îşî  herin. Bera îşekî  kû karek jé peyda bibe ji xwe re bikin'. 

Rewşa me â mektebé  qet ne xweş bû. Em gellekî bi tirs bûn. Em ji miellim ditirsîn.Kû çavé me li miellim diket me dest bi bazdané dikir. Me digot ka miellim feleke û gâva  kû bigîhije me wé rûhé  me bistîne.

Meziné me ji cendirman, em zarok jî, ji mielliman ditirsîn.Lewra di desté cendirman da çek, û di desté mielliman da jî  'ço'  hebû. Desté miellim  her tim rakirî bû.

Dema ku desté wî radibû, ji çavé me   jî sterkén girî  xwar dibûn.

Véga   em şakird çima ji mielliman ditirsîn? Pirsa kû lazime bersiwa wé were dayîn eve.

Baş nizanim, lé miellimé wî zemanî dixastin kû em ji wan bitirsin. Ruyé wan  bé ken, ruçké wan dâîm bi murûz, ço di desté wan da û li ser seré me mîna serdârekî leşkerî digerîn.

 

Bi gorî fikra min li ser pirsgireka mabeyna miellim û şagirtan â wé gavé, meriv kane gelek tiştan bibéje. Xolasa meselé eve kû: Zimané me û miellim ji hev cudâ bû. Mielliman bi zimané kurdî nizani bûn. Eger  zaniban jî, çima kû zimané kurdî qedexe bû nikarîbûn kû xeberdin.

 

 Ji bo kû me şakirdan tirkî baş fém nedikir, di mabeyna me û miellimanda gellek pirsgirek çédibûn.Pir caran me gotina wî fém nedikir. Telvi kû me fém nedikir  jî, me ji gotina wî ra  seré xwe  dileqand û digot: ' Evet örtmen'(Belé mamoste)  Wé hîngé jî, miellim xwe zédetir diqehrand û hérsa xwe di seré meda diteqand.

Carna jî me, gilîyé havâlén xwe li miellim dikir.Miellim digot: 'Kürtçe konuşanı gebertirim'.(Kese  kû kurdi xeberde ezé wî bukûjim)Gava ku me dixast miellim lédanekî li yeki de, me digot: 'Örtmen, velle bu dejî kürçe qunıştı.'( mamoste bi xaweda kim vîya jî bi kûrmancî peyîvî)

De  wé hîngé we bidîta kû çi dihat seré wî feqirî..!

Em zarok bûn, aqlé me nedigihişt hinek tiştan. Me nikaribû li ber miellim rabe û ew ha béje:

 Ey miellimé delal, çima zimané kû xwedâyé min xistîye devé min  hatîye qedexekirin?

 Qey ew kesén ku zimané min qedexe kirine, xwe ji xwedayé mezin zânetir û mezintir dibînin!?

Ey miellim, çima tû nâhélî ez bi zimané zikmakî â xwe xeberdim?

Miellim,

Tû çima zimané min é mîna âvâ zelal,

Wek şîré daykamin limin helal,

Duqurmiçînî, jédikî, min dihélî lal.

Qey ew yék â tû dikî,  é were bîrakirin,

Derbas bibe jî sed hezar sal.


 
 
2 Mart 2015 Pazartesi 14:28
Okunma: 5298
 
Yorumlar


Henüz kimse yorum yapmamış, ilk yorum yapan siz olun.
 
Yazarın Diğer Yazıları

Yazarlar
< >
 
 
Son 24 Saat
Haberler RSS Beslemesi
 
 
 
Kurumsal

Okuyuculardan Gelen Haber

Yaşam

Kahta Emlak

Gündem

Teknoloji

Siyaset

Kültür-Sanat

Dünya

Son Dakika

Ekonomi

Spor

Yerel Haberler

Sağlık

Özel Haberler

Medya

Eğitim

Yukarı Çık