Ana Sayfa » Köşe Yazısı » Berhim Paşa

 
 
Berhim Paşa

Zarokên welatê min Dilgeşin / Köşe Yazısı - Berhim Paşa / Köşe Yazısı - Berhim Paşa

Berhim Paşa

 Li bin tava havînê

Di nava zeviyên bi gurnîk
Li pirêzê ceh û geniman
Qurfan berhev dikin
Li bênderan li pey gayên qelmê 
Birînên nigên wan
Bi titûnê dikewînin
Pêxwasî
Navik li devre
Zik birçî dîsa jî
Zarokên welatê min
Dilgeşin
Li ber kaniya gund
Malko dileyzin
Bi heriyê
Bajaran
Tê de nexwaşxanan
Dibistanan çêdikin
Mezintir dibe mamoste
Yên din şagirt
Dixwînin bi zmanê zikmakî
Elfabe bizmarî
Qirşik pênûs
Li ser heriyê dinivîsin
Kî dibe bijîşk
Kî dibe pîrik
Kî dibe sexmankar
Kî dibe fermandar
Di xeyalen de be jî
Zarokên welatê min
Dilgeşin
 
Di destekî de bîhstok
Di ê din de cixwara Emrîkî
Binde tomofîla Elmanî
Li kêlekê qîzên zerûşîn
Meyxana de “dolar” difûrin
Şampanya diteqin
Di bin ronahiya lemboyên rengîn de
 
Jinik di pencerê de cav li rê
Ber ve sibê vedigerin malê
Ew mezinên welatiyê min
Çiqas rûreş in..!!

 


 
 
10 Eylül 2015 Perşembe 00:00
Okunma: 6115
 
Yorumlar


Henüz kimse yorum yapmamış, ilk yorum yapan siz olun.
 
Yazarın Diğer Yazıları

Yazarlar
< >
 
 
Son 24 Saat
Haberler RSS Beslemesi
 
 
 
Kurumsal

Okuyuculardan Gelen Haber

Yaşam

Kahta Emlak

Gündem

Teknoloji

Siyaset

Kültür-Sanat

Dünya

Son Dakika

Ekonomi

Spor

Yerel Haberler

Sağlık

Özel Haberler

Medya

Eğitim

Yukarı Çık