Ana Sayfa » Köşe Yazısı » Berhim Paşa

 
 
Berhim Paşa

Xwezî bi kurdî şor bikira / Köşe Yazısı - Berhim Paşa

Berhim Paşa

 Ez li gara otobûsan ya Stenbul’ê, ji bo çûyina Welêt, li otobûsê siwar bûm. Li koltuxa rex a min, ciwanekî bîst û du-sê salî rûniştibû. Ji porê wî, yê ku bi makîneyê hatibû kurkirin xuya bû ku leşker e. Min silav lê kir û ez li cihê xwe rûniştim. Wî ciwanî jî bi ser hejandinê, silava min wergirt.
Ajotkarê otobûsê, otobûs bi ger xist û hêdî hêdî da ser riya ku em ê pê de herin. Bi desthejandinê, careke din min ji hevalan xatir xwest. Otobûsa me, mîna ku xwe bedre nav behreke pêl-pêlinî, wilo ket nav trafîka Stenbolê ya ku wekî morîstanan dimeşiya.
Va destpêka rêwîtiyek dirêj, ku hejdeh-bîst seetan dikşîneba. Hîn di vê setê de, xemgîniyekê ragirtibû dilê min. Ew xeyalên ku çûyîna Welêt, dilê min har dikir û mîna çûkên serî ji wan dikin dilê min wisa vedipirtikî. Lêbelê, vêga ji bo çi xemgînî? Vê hewa gebsoyî, ji bo çi ragirtibû dunya min? Min da veqetîna zar û zêçan? Min da veqetîna heval û dostên nû? Na divê ez dilşa bibûma, çunkî di dawiya vê rêwitiya bi zehmet û dirêj de, dê û bavê min û gihêştina heval, hogir û yarên kevn hebû. Di ser de jî gihêştina welêt hebû!
Axx…. Welat. Ew welat nîn e ku, sedema helbestvaniya min û her tim mijara helbestên min e. Ew welat nîn e ku, her di dilê min de ye, geh dibe qêrîn, geh dibe lorîn, geh dibe kilam û geh dibe helbest. Ez bi welêt ve dikevim xewê, welat di xewê de xewn û pê hişyar dibim.
Welet,xurînî, taştê, firavîn û şîva min e. Ma gelo ev hewaya gebsoyî ji bo çi? Tu dibê ka bîhna bîso, bîhna barûtê, bîhna xwînê ragirtibû bîvila min. Dilê min li hev diket, çavên min li şevreş diçûn. Dunya li serê min teng dibû. Ez ketibûm nav behra xof û tirsê, lê belê ez ê çawa derketama, min nezanîbû. Ku tu li zeviyeka xwe, gêris diçinî, hirç û beraz dikevin navê û garisê te talan dikin! Wê çaxê tu hirs dibî, lê belê tu tişt jî ji destê te nayê, keda te, zar û ziçên te, di bin lingên hirç, berazan û hovan de diherimin. An jî deriyê hewşa mala te vekirî dimîne, bi şev rovî dikevê û mirîşk û ordekên te giştan qîr dikin. Aha welat, aha zevî û hewşa derî vekirî maye.
Ev çi rewşek kambax e Xwedêyo! Ev çawa kar e ku îro kuçikên me jî, bi hirç, beraz û roviyan ve bûne hevpar.
Îroj welat wêran e.
Îroj welat talan bûye.
Îroj welat dişewite.
Îroj însanê min tê şkestin.
Tenê yên ku nikarîbûne bişkînin, hêviyên min ên li ser ayende ne. Ez bi dengê hevalê rex xwe, di nav wan xof û xeyalên kûr û dilxwer de, hişyar bûm.
Hevêl pirsî, ka ez ji ku derê me û rêwîtiya min ber bi ku derê ve ye. Lê belê ez wekî ku di xewek giran de û her termê şevê re têkoşîneke dijwar bidim, wisa xwîdanek reş, ragirtibû beden amin. Bi rastî jî, ez hîn nehatibûm ser hemdê xwe. Girêkek ketibû gewriya min. Bi kuxikê, min gewriya xwe paqîj kir û gotiyê: “ Ez ji Gextê me û diçim Gextê*” Hevêl dilgeşiya xwe nîşan da got: “ Ez jî Gextî me. Min leşkeriya xwe nû qedand. Ji ber ku min, destûra salane bi kar neanîbû, min gelekî bêriya welêt kiriye, hele dê û bavên min, ji pêş çavên min difûrin. Hejdeh meh çawa borîn, min fam nekir, lê belê ev hejdeh seet naqedin “ Gotinên wî wekî têkevin guhekî min û di yê din re derkevin, xema min nîn bû. Lê belê ya ku bala min dikişand, min her çiqas bersîv bi kurdî didanê jî, ew bi înat bi tirkî diaxifîn. Min yek tan jî lê didan lê zilam aciz nedibû. Wekî tiştekî gelekî normal.
Kurmanciya herima me jî baş fam dikir.Lê belê bi kurdî nediaxifî. Min da hewa leşkeriyê. Çunkî min dîtibû û gelek jî bihîstibû, gelek însanên me, ew ên bêfam, piştî leşkeriyê, li eslê xwe û li kurdiyê xwedî dernakevin. Rewşa wan bêxîretan wekî pêkenokan li ser zimanê gel bû.
Mînak; Ciwanekî nû leşkerî qedandiye vedigere mala xwe. Dê û bav û gundiyên wî dikin nakin, ew xwe ji kurdî lal dike. Lê belê bi tirkî baş nizane. Pêzanîn li aliyekî, bes du-sê bêjeyên tirkî jiber kirine. Rojekê diya wî ji bo çêrê sêxil berdide. Wî ciwanî jî xwe daye beroj û wisa dibêje: “ Kidê gel” Piştre karikekê, hemêz dike, destê xwe dide qiloçê karikê, ku hîn nû dane der, weha dibêje: “ Ana bu singleri kim seri bu da çaxmêş yapmêş? ( Dayê kê di serê vê karikê de ev singana kutane? )” 
Ev mînekana gelek in lê belê ne mijara me ye. Min got dibe ku ew zilam jî wilo be. Ji ber vê yekê ez li ser nesekinîm. Çi çare lê ciwên dev ji min bernedida. Acizbûna min fam nedikir û bi kêfxweşiya dilê xwe pirs li min dikir û diaxifîn. Diaxifî lê belê her bi tirkî. Min jî înat kiribû, ez qet bi tirkî neaxifîm. Bi xêra Xwedê re, ciwan bi xew ve çû û min jî firseta pirtûk xwendinê bi dest xist.
Ajotkarê me vêsanek (mola) din dabû. Ev vêsana çendan bû, nizanim lê min hevalê xwe hişyar kir û em ji otobûsê dagêşiyan. Dunya sar bû. Baran hûrik hûrik dibarî. Zûtirkê min dest û rûyê xwe şuştin û li aşxanê min bi hevalê xwe yê rêwitiyê re xurîniya xwe kir. Peyre jî me cixarek vexwer. Em dîsa li otobûsê siwar bûn. Êdî riya me hindik mabû. Bi qasî du-sê seetên din em ê bigihiştana cihê xwe. Heval bi israr, ez dawetî mala xwe dikirim. Min dikir nedikir çare nedidît. Digot: “Keko, gundê me li ser rêya gundê we ye. Kerem bike, îşev bibe mêvanê min. Hem tu yê vehêsî û bi serîkî zindî biçî gundê xwe û hem jî dê û bavên mim dê bi hatina te gelekî dilgeş bin. Haya dê û bavê min heye ku ez ê îro bêm. A niha birayê min li Gextê li hêviya min sekiniye.” Bêçare min got, baş e. Heval dilgeş bû, spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Piştî nîvro em gihêştin Gextê. Em li garê ji otobûsê peya bûn. Bi rastî birayê hevalê min li benda wî sekinîbû. Min carek din hebekî xwe giran kir lê belê tu fêde nîn bû. Birayê havalê min jî îsrar kir hem jî bi kurdiyek zelal û gelêrî. Ez Ecêbmayî mam. Ez zêde dirêj nekim. Em li taksiyê siwar bûn û me da ser riya gund. Bi qasî deh-panzdeh deqîqeyan em gihiştin gund.
Dê, bav û gundiyên hevalê min li ser rê kom bûbûn. Em çaxa ji taksiyê peya bûn, li ber lingên hevalê min, beranek serjê kirin. Di nav wê komê de jinepîrekê her du destên xwe ber bi jor ve kirin û wisa dia kir: “ Ya Reb! Min hatina neviyê xwe ji ekseriyê dît, carekê jî min bidîta ku neviyê min, bi kurdî şor bikira, min ê qurbanek din jî serjê bikira û li feqîr-fuqaran belav bikira.”
Ez bi diayên jinepîrê carek din ecêbmayî mam. Tiştê ku ez li ser sekinîbûm, vê carê j imin re bû meraqeke giran. Em gişt bi hev re hilkişiyan mala wan.
Piştî nimêja îşayê civata gundî belav bûn. Ez û kesên malê tenê man. Keysa ku ez meraqa xwe jî berim, min bi dest xist. Min li firsetekê anî û gotê: “Xaltiyê! Min tu tişt ji wê dia te fam nekir, tu ji kerema xwe re dikarî ji min re bêjî ?” Xaltî fetilî ser min û got: “ Xaltî bi qurban!” Û keserek kûr kişand. “ Neviyê min hîn nû dest bi mektebê kiribû. Mualîmê/mamostê wî yê bavkafir, ji telebeyan re şorkirina bi kurdî yasax/qedexe kiribû. Hinek telebeyên xwe jî wekî xefiyan kiribûn. Neviyê min jî û telebeyên wekî wî jî, bi tirkî nizanibûun. Rojekê li mal, neviyê min çaxa ku kurdî şora dike, tu nabê ku xefîkî bihîstiye û giliyê wî bi mamoste kiriye. Mamosteyê bavkafir û bavzalim, gelekî li neviyê min dixe. Neviyê min hat malê, ku ji girî ziwabûye. Me kir nekir şor nekir,te digot qey lal bûbû. Heta ku çend şorên tirkî, jiber nekirin, me dengê wî nebihîst. Heyran! Vê car ez bi tirkî qet fam nakim. Ev e panzdeh sal in kurê min şora dike, ez tu tiştî jê fam nakim. Ez ji xwe re li devê wî dinihêrim. Ger, ku bi kurdî şoran bike, min gotiye ez ê qurbanekê serjê bikim û li feqîr-fuqaran belav bikim. Xwadê şahidê min e.”
Wê şevê, ez li mala hevalê xwe yê rêwitiyê razam. Sibehê piştî taştê, min bi spasdarî xatir ji wan xwest û min da ser rêya gundê xwe.
Vêga haya min jê nîn e, ka ew ciwan bi kurdî diaxife an na?
Ger biaxifiya baş dibû. Qet nebe belengaz û rebenên wî gundî wê zikek goşt bixwarana.


 
 
30 Ekim 2017 Pazartesi 11:19
Okunma: 5408
 
Yorumlar


Henüz kimse yorum yapmamış, ilk yorum yapan siz olun.
 
Yazarın Diğer Yazıları

Yazarlar
< >
 
 
Son 24 Saat
Haberler RSS Beslemesi
 
 
 
Kurumsal

Okuyuculardan Gelen Haber

    Yaşam

    Gündem

    Teknoloji

    Siyaset

    Kültür-Sanat

    Dünya

    Son Dakika

    Ekonomi

    Yerel Haberler

    Spor

    Sağlık

    Özel Haberler

    Medya

    Eğitim

    Yukarı Çık