min xwe gote mirovan herdem
min dilê xwe derxist bêkerem
li ser textekî razand kî şêx kî lokman
perçe perçe cuda kir bêferman
ez jê nas nekirim çi rewşek dijvar
ez ji pisîkan revîm bi lez û bez
bi baçermikan re xoş û bêş kir min
di şevek tarî de bi sukrek fireh
min dilînên xwe di zinaran de darvexist
ez bihtir tê geriyam bûne qîr
rîspî û mezinan min nenasîn rê guharîn
piçûk ji min revîn kirin qîreqîr
bûm pinpinî li serê kolanekê min venişt
min li wêderê çendek sî dît bi dilsotî
li doraliyên min civîn stûxar û bêşahî
çar lembo û heyvek pirr evra
awirê heyvê xemgîn germ û nerm
lemboyên reben ziman lal û sekinîn mat
siya ez birîndar kirim bêlêdanî
dawiya kolanê birîna min pêça bi dilovanî
di vê sikrewşê de hatin çend mirovên delal
bêjek hîn min kirin xweşik û zelal
tu dibê qey ava nemirinê bû ew bêje
jîn kir ser jiyana min derd û kul çi xem
rûniştin pêk hat mihebetek xemrevîn
berhevkirin perçên min dilê min xistin şûnê
min ji min bêhtir nas kirin li wê bînê
veqetîm ji wan ber ve sibê meşîm
min di xwisiya ser pelekî de dunyayek dît
du dest ji stûyê min kişîn û revîn
ez gihêştim sibê di navbera tîrêjên rojê de