were yar were em veqetînin
ji temenê xwe vê şevê
ne kerb ne xem ne kul
ne jî derd û qedayên welêt
bi tenê tu û dîsa dîsa tu
ku hewece bû carna jî ez
lê ji xeynê vê ne tu tişt
were yar were bavêje xemsariyê
biçirîne wêneyên xemgîniyê
şev dirêj an kin bila ya te be
lembo zelûl an gurr bi daxwaza te be
tu destên xwe yên fodil li hev xe
ezbenî ez li benda fermana te me
kevirê
Tumikê Çiyayê Bêlê yek û yek bidim berhev
tûna xalîçeyên Sîna li ber nigên te raxînim
textê Pudehepa’yê nû de amade kim te li ser daynim
bi gulavê bişom bîhnê bireşînim hawêrdorê
serxweş bibe û jixwe here bi evînê
Ez gorî min bike meze ji xwe re vê şevê
ne ji temenê çûyî ne jî yên ku têt
şev ev şev e dem ev dem e
li min bimeyze dixwezî bi nêrînek berketî
destên ku dirêj te dibe tu venegerîne
berxwe nekeve temen çil be jî ne derng e
şeh ke porê herîrî berde biskên kever
bibehecîne Leylê,Şêrînê û Zînê
işev ez
memtir,Ferhattir û Mecnûntir im
ger daxwaza te be ez ji Eyub Eyubtir im